Qebûleke giştî ye ku afirandin û çêbûna tiştan di nav têkiliyeke sedem û encamê de pêk tê. Yanî her tişt sedemeke wê heye ku çê dibe û encameke wê heye ku dirûv digire û dibe xwedî tesîr li gorî erka xwe. Li gorî vê qebûlê têkiliya bajar, dewlet û edebiyatê an jî li gorî rêzeke din dewlet, bajar û edebiyatê, dibin sedem û encamên hev. Her çiqas di serî de têkiliya bajar û dewletê şêlû be jî piştî avabûna bajardewletan dixuye ku sîstema dewletê li ser bajaran ava bûye û ji bo qaîmbûn û bihêzbûna xwe jî her ku çûye dewletê an jî bi gotineke din desthilatê bajar bi hêz kirine, mezin kirine û gihandine asta herî bilind ku jê şaristanî ava bûne. Di vê çarçoveyê de xebata bi navê “Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan” a ku ji teza lisansa bilind a mamosteyê Zanîngeha Artukluyê, Zülküf Ergün pêk hatiye, li ser têkiliya bajar, dewlet û edebiyatê xwîner derdixîne geryaneke kurdî, mêjûyî, efsûnî û edebî.
Qebûleke giştî ye ku afirandin û çêbûna tiştan di nav têkiliyeke sedem û encamê de pêk tê. Yanî her tişt sedemeke wê heye ku çê dibe û encameke wê heye ku dirûv digire û dibe xwedî tesîr li gorî erka xwe.
Birincil Dil | Kürtçe |
---|---|
Konular | Edebiyat |
Bölüm | Kitap Tanıtımı |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 2 Şubat 2017 |
Gönderilme Tarihi | 24 Şubat 2017 |
Kabul Tarihi | |
Yayınlandığı Sayı | Yıl 2017, Cilt 2, Sayı 1 |
Dergimizin 14. sayısı olan Mart 2023 (c.8.s.1) sayısı için 15.02.2023 tarihine kadar makale gönderebilirsiniz.