Çîrok û xebatên polînkirin û berawirdkirina çîrokan di nav
xebatên folklorî de cihekî girîng digirin. Di nav cîhana folklorê de jî Stith
Thompson xwedî cihekî bêhempa ye. Ew bi dehan salan li ser vegotinên gelêrî
xebitiye û gelek berhemên derbarê folklorê de amade kirine. Yek ji xebatên wî
ya herî girîng Motif-Indeksa Edebiyata Gelêrî ye ku ew herwiha wekî
rebazek jî te qabulkirin. Li gorî vê rebazê hemu vegotinên gelêrî di nava xwe
de tiştên hevpar dicivînin ku ew ji wan re dibêje motîf. Me jî ev xebata
xwe li ser kismek çîrokên kurdî ku ji qadê hatine berhevkirin kir. Ev çîrok ji
ber lehengê xwe yê sereke wekî “Çirokên Mîrze Mihemed” tên nasîn. Bi gotineke
din, bi bikaranîna Motif-Indexê me
hevpariyên çîrokên Mirze Mihemed derxistin holê. Herwiha ji bilî tespîtkirina
van motîfan, me wateyên wan ên di çanda gelêrî de jî dan.
Peyvên sereke: Çîrok, motîf, Çîrokên Mîrze Mihemed, Stith Thompson,
Motif-Indeks
Çîrok motîf Çîrokên Mîrze Mihemed Stith Thompson Motif-Indeks Fairytales motif Kurdish fairy tales Motif-Index
Subjects | Creative Arts and Writing |
---|---|
Journal Section | Articles |
Authors | |
Publication Date | February 2, 2017 |
Submission Date | February 23, 2017 |
Published in Issue | Year 2017Volume: 2 Issue: 1 |
The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) is licensed through Attribution-NonCommercial 4.0 International.