BibTex RIS Cite

Folklor û Afırandina Çanda Nivîskî

Year 2017, Volume: 2 Issue: 1, 33 - 52, 02.02.2017

Abstract

Civakên
cîhanê dikarin wek civakê xwedî çandên devkî û yên nivîskî werin cudakirin. Ev
herdu kategorî ne tenê di mijara çandê de alavên analîzê derdixin holê, lê li
gora vê kategoriye, jiyan, ziman, wêje, têgihiştin, mejû, pevguhazî û hwd. yên
herdu cureyên civakan jî dikarin werin analîzkirin û ji hev werin cudakirin.
Dema ku mirov berê xwe dide civak(ên) Kurdan, derdikevê holê ku bi piranî heta
dawiya sedsala 20an bi gelemperî xwedî ziman û çanda dengî bûn. Ev rewş her
diçe tê guhertin û Kurd xwe vedigerînin ser ziman û çanda nivîskî. Bi wî awayî
wateya nivîs û tekstên nivîskî di nav civaka Kurd de zêdetir dibe; hafizeya
Kurdan xwe ji hafizeya demkurtî
vedigerîne hafizeya demdirej. Bi vê
yekê jî pêkan dibe ku çand û zimanê Kurdî dijîtalîze bibe. Ev rewş ji bo
civakên sivîl yên cîhanê ji mêj ve hatiye girtin, lê belê li cem Kurdan hê
aktuel e û pêşketinên pir girîng di mijara nivîsê de derdikevin holê.  Di vê gotarê de ev mijar bir kurtasî di ber
çavan re tê derbaskirin û tê angaştkirin ku xebat, lêkolîn, lêgerîn û
berhevdanên folklorîk alîkariyek mezin di warê geşkirina çanda nivîskî de
didin. Bi lêkolînên folklorê çanda devkî vedigere çanda nivîskî, hafizeye çandê
ji dengî dibe nivîskî, çand û ziman tên arşîvkirin û bi runiştina çanda nivîskî
civak ji bingehê ve tê guhertin. Wekî mirov cudatiyên çanda devkî û nivîskî
dide berhev, derdikevê holê ku ne ya tê bikaranîn lê çanda hatî nivîsandin û
dokumentekirin folklora gelekî ye.


References

  • Alakom, Rohat (1994): Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan. Weşanên Nûdem Seite 3-6.

Year 2017, Volume: 2 Issue: 1, 33 - 52, 02.02.2017

Abstract

References

  • Alakom, Rohat (1994): Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan. Weşanên Nûdem Seite 3-6.
There are 1 citations in total.

Details

Subjects Creative Arts and Writing
Journal Section Articles
Authors

Avdo Karataş

Publication Date February 2, 2017
Submission Date February 23, 2017
Published in Issue Year 2017 Volume: 2 Issue: 1

Cite

APA Karataş, A. (2017). Folklor û Afırandina Çanda Nivîskî. The Journal of Mesopotamian Studies, 2(1), 33-52.

by-nc.png

The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) is licensed through Attribution-NonCommercial 4.0 International.