Xebatên
folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêşî di sala
1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin.
Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat
qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên
folklorê pêşî li Ewropayê û piştre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo
birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin weşandin. Di
çarîka pêşî ya sedsala 20mîn de rewşenbîrên kurdan jî bal kişandin ser xebatên
folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de
cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêşî de sed sal derbas bûye, îro
hê jî xebatên folklora kurdî xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên
bingehîn wek "ên dezgehî" û "ên têgehî" dikarin werin binavkirin.
Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêşniyaz ji bo
çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin.
Folklor, xebatên folklora kurdî, pirsgirêk, pêşniyaz, Folklore, Kurdish Folklore Studies, Problems, Suggestions
Konular | Edebiyat |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 2 Şubat 2017 |
Yayınlandığı Sayı | Yıl 2017, Cilt 2, Sayı 1 |
Eylül 2022'de yayınlacak olan 7 (2) sayısı için 31 Temmuz 2022 tarihine kadar makale gönderebilirsiniz.
Ji bo jimara 7 (2)an hûn dikarin gotarên xwe heya 31ê Tîrmeha 2022yan bişînin.
You can submit your papers until 31 July 2022 for 7 (2) issue.