Di helbesta kurdî de pêşengê veguherînê Hacî Qadirê Koyî ye. Ji aliyê ruxsarî ve ferqa helbesta wî û ya helbestên klasîk nîne, lê mijarên wî êdî ne xeyal û metaforên klasîk in. Wî bi helbestên xwe yên nûjen ji nifşekî re mamostetiya kurdîtiyê kir. Di vê gotarê de pêşî em ê behsa fikriyata Koyî û tesîra wî ya li ser rewşenbîrên kurd bikin. Peyre jî em ê li Stembolê bikevine pey şopa dîwana wî: Çima çap nebû, çawa winda bû? Ji bo fêmkirina jiyana Koyî ya li Stembolê em ê behsa helbestvan Keyfî (Fethulla Ciwanroyî) jî bikin ku riya wî jî bi Stembolê ketibû û li vir bûbû destebirakê Koyî.
Konular | Dilbilim, Sanat ve Edebiyat |
---|---|
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 1 Ağustos 2016 |
Gönderilme Tarihi | 1 Temmuz 2016 |
Yayımlandığı Sayı | Yıl 2016Cilt: 1 Sayı: 1 |
The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) Creative Commons Atıf-GayriTicari 4.0 Uluslararası ile lisanslanmıştır.