Di nav keresteyên gelêrî de mamik li gor şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek lêkolîn û analîzan e. Wek pênaseya wan, dewlemendiya mamikan û geşedana wan a dîrokî jî efsûnî ye. Her çiqas îro wek keresteyeke kêf û lîstikê û ji bo fêrkirina ziman amûreke kêrhatî be jî li gorî lêkolîneran di eslê xwe de mamik berê ji bo pêşbaziyên zîrekiyê yên siltanan û ji bo veşartina raz û sembolan gotinên zor û zehmet bûne. Di vê xebatê de me jî hewl da ku di mamikên kurdî de di bin gotinande çi hêma, metafor û sembol hene bizanin. Di serî de berî ku em analîza hêmayên di mamikan de bikin me xwest em bi giştî bidin zanîn ka mamik çi ne û çawa tên afirandin. Her wiha me du rêbazên afirandina hêmayan ango matafor û metonîmî û têkiliya wan a bi mamikan re da ber çavan. Piştî vê kurtenasînê, me hêmayên di mamikên kurdî de li gorî çawanî û çendaniyê parî kir û bi mînakan ew nîşan dan. Herî dawî jî me ji bo şayesandina hin heyberên şênber ên sereke yên ku di mamikên kurdî de cih girtine, tabloyekê hêmayan çê kir.
Konular | Dil Bilim, Edebiyat |
---|---|
Yayınlanma Tarihi | Yaz |
Bölüm | Makaleler |
Yazarlar | |
Yayımlanma Tarihi | 2 Ağustos 2016 |
Yayınlandığı Sayı | Yıl 2016, Cilt 1, Sayı 1 |
Eylül 2022'de yayınlacak olan 7 (2) sayısı için 31 Temmuz 2022 tarihine kadar makale gönderebilirsiniz.
Ji bo jimara 7 (2)an hûn dikarin gotarên xwe heya 31ê Tîrmeha 2022yan bişînin.
You can submit your papers until 31 July 2022 for 7 (2) issue.