Evdirrehim Rehmi Hekkari, as an author and
intellectual, had a great influence on Kurdish literature. He has published his
writings in several magazines and newspapers, such as Jin, Serbesti
and Ehli Sunnet. He has also left a great number of books behind. Rehmi
Hekkari is mostly known for his Kurdish poems that are published in Jin,
and his writings in Ehli Sunnet. Due to the lack of information
regarding all his works, many of his features remain unknown by the readers.
One of the important ones, on which this research focuses, is his authorship
about children, youth and women. Rehmi Hekkari has conducted many works, both
in Kurdish and Turkish languages, for children and those which are written
directly for his own children have very interesting side. Therefore, he has
done for works for each of his four children. Apart from his own children, he
also has two more works written in Turkish language dedicated to children.
Also, in both magazines, Jin and Gaziya Welat, he has directly
addressed to children. Indeed, the Kurdish word conjugation tables that are
offered to Kurdish children and youth in Jin magazine have important
place in the history of Kurdish literature. However, the special sides of
Evdirrehim remain unknown, and in this regard, this work is aimed to introduce
them so that this author gets more recognition. On the other hand, due to the
wideness of context and subjects of these works, this research focuses only on
Rehmi Hekari’s works that are written in Kurdish language.
Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, wek nivîskar û rewşenbîrekî tesîreke mezin li
edebiyata Kurdî kiriye. Wî di gelek kovar û rojnameyên wek Jîn, Serbestî û Ehli Sünnetê de nivîs belav kirine.
Ligel wê hêbetek kitêb jî li paş xwe hêlane. Rehmî Hekkarî zêdetir bi helbestên
xwe yên Kurdî -yên ku di Jînê de
belav bûne- û nivîsên xwe yên Ehli Sünnetê
de weşiyane dihête nasîn. Lê ji ber ku berhemên wî hemû negeheştine ber destê
xwendevanan gelek aliyên wî yên dî nehatîne zanîn. Ji wan yek a girîng ku em jî
dê di vê gotarê de behsê jê bikin, nivîskariya wî ya derbarê zarok, ciwan û
jinan de ye. Rehmî Hekkarî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, gelek berhem ji bo
biçûkan nivîsîne ku di nav wan de yên rasterast bo zarokên xwe nivîsîne gelek balkêş
in. Lewra wî ji bo her çar zarokên xwe bi navê wan, çar berhemên cuda nivîsîne.
Ji bilî wan, du berhemên dî yên Tirkî hene ku dîsa ji bo biçûkan nivîsîne. Dîsa
hem di kovara Jînê de hem jî di Gaziya Welat-1ê de wî bang li zarokan
kiriye. Helbet tabloyên kêşana lêkerên Kurdî ku bi kovara Jînê ji bo zarok û ciwanên Kurd hatine belavkirin jî di tarîxa
edebiyata Kurdî de ciheke girîng digirit. Bi vî şiklî ew aliyên taybet yên
Evdirrehîm Rehmî Hekkarî zêde nahên nasîn, em jî dê di vê gotarê de hewl bidin
ku wan pêşkêş bikin da ew nivîskar zêdetir bête nasîn. Lê ji ber ku naverok û
mijarên wan berheman berfireh in em dê di vê gotarê de tenê behsa berhemên
Rehmî Hekkarî yên Kurdî bikin.
Primary Language | Turkish |
---|---|
Subjects | Creative Arts and Writing |
Journal Section | Articles |
Authors | |
Publication Date | February 21, 2019 |
Submission Date | November 14, 2018 |
Published in Issue | Year 2019Volume: 4 Issue: 1 |
The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) is licensed through Attribution-NonCommercial 4.0 International.