Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema piştî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêşketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke giştî hatiye kirin.
perspektîfa herêmî, herêma Bedlîsê, helbestvanên Bedlîsê, serdem, koç, dever, mehsûlên edebî
Subjects | Linguistics, Literature |
---|---|
Journal Section | Articles |
Authors | |
Publication Date | August 1, 2016 |
Published in Issue | Year 2016, Volume 1, Issue 1 |
Eylül 2022'de yayınlacak olan 7 (2) sayısı için 31 Temmuz 2022 tarihine kadar makale gönderebilirsiniz.
Ji bo jimara 7 (2)an hûn dikarin gotarên xwe heya 31ê Tîrmeha 2022yan bişînin.
You can submit your papers until 31 July 2022 for 7 (2) issue.