Research Article
BibTex RIS Cite

Celadet Alî Bedir-Xan Danerê Termînolojiya (Zaravenasıya) Folklora Kurdî

Year 2017, Volume: 2 Issue: 1, 17 - 31, 02.02.2017

Abstract

Ev
gotar, xebatên Celadet Alî Bedir-Xan dinirxîne yên ku naverokên wan pabendî
keresteyên folklora kurdî ne. Rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xan pêşengê
nifşê Hawarê (1932-1946) ye ku ligel xebatên xwe yên din, wî bi rêya
vekolîna keresteyên folklorê amaje bi geşekirin û xurtkirina nasnameyeke kurdî
ya neteweyî kiriye. Ji aliyê teşe û naverokê ve maweya xebatên rewşenbîrên
nifşê Hawarê di dîroka vekolînên folklora kurdî de serdemeke giring e.
Taybetmendiya vê serdemê ew e ku di van xebat û vekolînan de bi awayekî
rasterast zaraveya “folklor”ê hatiye bikaranîn û folklor weku qadeke serbixwe
hatiye qebûlkirîn. Hemû nivîsên rewşenbîrên vê serdemê bi zimanê kurdî ne.
Herweha rewşenbîrên vê serdemê, gelek hêvî, daxwaz û pêşniyazên serdema beriya
xwe bi cih anîne wek berhevkirin, tomarkirin û belavkirina keresteyên folklorî,
vekolînên folklorî bi awayekî zanistî.



Celadet,
yekem car pênaseya zaraveya “folklor”ê kiriye, weku destan, cureyên stranên
gelêrî, dab û nerît, jiyana eşîriyê, zanyariya gelêrî bi sedan keresteyên
folklora kurdî berhev kirine û polîn kirine. Wî xwestiye ku hişmendiya kurdan
di warê folkorê de hişyar bike. Lewma wî metodên xebata meydanî di karê
berhevkirina keresteyên folklorê de diyar kirine. Ev gotar hewl dide ku ji
aliyê teşe û naverokê ve xebatên Celadet Alî Bedir-Xan binirxîne û bide nasîn.

References

  • Bavê Cemşîd û Sînemxanê, “Navên Kurdmancî”, Hawar, j.31., 1941.
Year 2017, Volume: 2 Issue: 1, 17 - 31, 02.02.2017

Abstract

References

  • Bavê Cemşîd û Sînemxanê, “Navên Kurdmancî”, Hawar, j.31., 1941.
There are 1 citations in total.

Details

Subjects Creative Arts and Writing
Journal Section Articles
Authors

Ramazan Pertev

Publication Date February 2, 2017
Submission Date February 23, 2017
Published in Issue Year 2017Volume: 2 Issue: 1

Cite

APA Pertev, R. (2017). Celadet Alî Bedir-Xan Danerê Termînolojiya (Zaravenasıya) Folklora Kurdî. The Journal of Mesopotamian Studies, 2(1), 17-31.



by-nc.png

The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) is licensed through Attribution-NonCommercial 4.0 International.