Edebiyat, ji aliyê pêşketinê ve neynika gelan e. Remz û îşaretên çand û medeniyeta gelan di nêv cihana edebiyatê de cih digirin. Di edebiyata klasîk da, vê wezîfeyê, herî zêde dîwan bi kar tînin û ji ber vê yekê, yek ji wan keresteyên girîng yê edebiyata klasîk dîwan in. Nîşanên destkeftiyên maddî û me’newî yên çand û medeniyetekî di wan dîwanan da mewcûd in. Dîwana Melayê Cizîrî jî, yek ji wan dîwanan e ku nîşaneyên asta pêşketina edebiyatê û nimuneyên destkeftinê yên dewlemendiya çand û medeniyeta Kurdan, di nêv dîwana Cizîrî da, dikarin bêne dîtin.
Dîwana Melayê Cizîrî hem ji ber asta xwe ya edebî hem huner û mahareta Melayî û hem jî ji aliyê dewlemendiya naveroka xwe ve layîqê gelek lêkolînan e. Dema em li naveroka Dîwanê dinêrin têgeh û termînolojiya bikarhatî, nav, kes û cihên Dîwanê sehayeke firawan ya lêkolînê datîne ber me. Ji ber van hokarên navhatî, ev xebat, di Dîwana Melayê Cizîrî de li qewm, welat û bajaran digere û berî dide giringiya van navan û cihê wan yê di edebiyata klasik de. Herwiha keşfa wateya van navan ya mecazî û temsîlî di Dîwana Melayî de armanceke din ya vê nivîsarê ye.
Edebiyat, ji aliyê pêşketinê ve neynika gelan e. Remz û îşaretên çand û medeni-
yeta gelan di nêv cihana edebiyatê de cih digirin. Vê remz û îşaretê di edebiyata
klasîk de, herî zêde dîwan bi kar tînin û ji ber vê yekê, yek ji wan keresteyên
giring yê edebiyata klasîk dîwan in. Nîşanên destkeftiyên maddî û me’newî yên
çand û medeniyetekî di wan dîwanan da mewcûd in. Dîwana Melayê Cizîrî jî,
yek ji wan dîwanan e ku nîşaneyên asta pêşketina edebiyatê û nimuneyên dest-
keftinê yên dewlemendiya çand û medeniyeta kurdan, di nêv dîwana Cizîrî da,
dikarin bêne dîtin. Dîwana Melayê Cizîrî hem ji ber asta xwe ya edebî hem huner
û mehareta Melayî û hem jî ji aliyê dewlemendiya naveroka xwe ve hêjayî gelek
lêkolînan e. Dema em li naveroka Dîwanê dinêrin têgeh û termînolojiya bikarhatî,
nav, kes û cihên Dîwanê sehayeke firawan ya lêkolînê datîne ber me. Ji ber van
hokarên navhatî, ev xebat, di Dîwana Melayê Cizîrî de li qewm, welat û bajaran
digere û berî dide giringiya van navan û cihê wan yê di edebiyata klasîk de. Her-
wiha keşfa wateya van navan ya mecazî û temsîlî di Dîwana Melayî de armance-
ke din ya vê nivîsarê ye.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Kurdish Language, Literature and Culture |
Journal Section | Makaleler |
Authors | |
Early Pub Date | December 25, 2023 |
Publication Date | December 25, 2023 |
Submission Date | October 16, 2023 |
Acceptance Date | December 8, 2023 |
Published in Issue | Year 2023 Volume: 9 Issue: 18 |